Qedera welatiyekî xelkê bajarê Serdeştê nerohn e

19:06 - 14 Tebax 2021

Welatiyekî Kurd ê bi navê “Wala Qazîzade” xelkê bajarê Serdeştê piştî binçavkirinê qedera wî nerohn e.

Ew welatiye li destpêka meha Gelawêja îsal bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Heta niha li peykevtina malbata wî welatiyê Kurd bo agehdarbûn ji qedera wî, bê encam mane.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi ser wî de hatye sepandin ti zaniyaryek li ber dest nîne.