Qedera welatiyekî xelkê bajarê Bokanê piştî binçavkirinê hêj nexuya ye

18:18 - 23 Hezîran 2021

Ji qedera welatiyekî Kurd ê bi navê “Soran Şerîfî”, xelkê bajarê Bokanê, piştî binçavkirina wî ti zanyariyeke serast ji ber dest de nîne.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye di heyama binçavkirina xwe de bi tenê carekê peywendiyeke kurt bi rêya telefonê digel malbata xwe hebûye û ji “destpêregihîştin bi parêzer” û “hevdîtin digel malbata xwe” hetiye bêparkirin.

Herwisa wê çavkaniya agehdar got: “Soran Şerîfî”, di wê peywendiya telefonî de bi malbata xwe ragihandiye ku rewşa tenduristiya wî nebaş e”.

Herwisa wê çavkaniyê ewa jî daye zanîn ku ew welatiye li girtîgeha îdareya Îtila`at a bajarê Bokanê, di bin lêkolînê de ye û tevî lipeyketina malbata wî welatiyê Kurd bona agehdarbûn ji qeder û sedema binçavkirina kurê xwe, hêzên ewlehî ji bersivdaneke serast bi wan xwe diparêzin.

Roja Duşemî 3`ê Cozerdan, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirin û herwisa hinek ji keresteyên navbirî yên kesîn wekî laptop, mobayl û pirtûkên wî digel xwe biribûn.