Qedera welatiyekî kurd piştî binçavkirinê nerohn e

18:30 - 8 Îlon 2021

Yek meh ji binçavkirina welatiyekî Kurd ê bi navê “Kamîl Salihî”, kurê Qadir û xelkê bajarê Baneyê derbas dibe lê, ji qedera navbirî ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, ew welatiye yek meh berî niha, bi bê hebûna ti belgeyeke yasyî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.

Herwisa wê çavkaniya agehdar gotiye: “Kamîl Salihî”, li heyama binçavkirinê de li “destpiragîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe”, hatiye bêparkirin.

herwisa wê çavkaniyê gotiye ku heya niha lipeyketinên malbata wî welatiyê Kurd bo agehdarbûn ji qedera navbirî bê encam mane.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin, tohmeta sepandî û cihê ragirtina Kamil Salihî, ti zaniyariyek li berdest nine.