Qedera welatiyekî Kurd piştî binçavkirinê ne rohn e

13:46 - 7 Tebax 2021

Nerohniya qedera welatiyekî Kurd ê bi navê “ Yasir Mengurî “ kurê Mistefa û xelkê bajarê Pîranşarê pişî binçavkirina wî bûye cihê nîgeraniya malbata navbirî.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, tevî lipeyketinên malbata “Yasir Mengurî” li navendên ewlehî li bajarên Pîranşar û Urmiyê, hêzên ewlehî li dana her cure zanyariyekê li derheq çarenivîsa Yasir Mengurî xwe parastine.

Herwisa wê çavkaniya agehdar gotiye, Yasir Mengurî di heyama binçavkirinê de ji “peywendiya telefonî û hevdîtin digel malbatl û mafê hebûna parêzer” bêpar bûye.

Herwisa wê çavkaniya agehdar got: “Nerohniya qeder û cihê ragirtina wî welatiyê Kurd nîgeraniya malbata navbirî lipey xwe aniye.

Roja Şemî 26`ê Pûşperê, navbirî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo ciheke nexûya hatiye veguhastin.

Heya dema belavbûna wî nûçeyî ji sedem û tohmeta ku bi ser navbirî re hatî sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.