Qedera welatiyekî Kurd nexuya ye

21:54 - 3 Tebax 2019
Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê, piştî 14 roj li desteser kirina wî, qedera wî nexuya ye.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ebdulah Weysî” ê temen 44 sal û xelkê gundê “Gulçêr” a girêdayî bajarê Merîwanê, ku roja 29`ê Pûşperê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin, qedera wî nexuya ye.

Yek ji nêzên wî welatiyî Kurd bi Ajansa “Kurdpa”yê re ragihandiye ku: “Hêzên îtila`atê piştî desteserkirina wî welatiyî Kurd, navbirî bo ciheke nexuya veguhastine û li dana her core zaniyariyek bi mala wî re xwe diparêzin.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn ku, heya niha li pey ketina malbata wî welatiyî Kurd bo agehdar bûn li qeder û cihê mana kurê xwe bê encam mane.
Ew welatiyî Kurd di heyama desteserkirina wî de, parêzer nebûye û hêzên îtila`atê jî navbirî li girtina parêzer bê par kirine.