Qedera welatiyekî Kurd li bajarê Mehabadê piştî binçavkirinê ne xuyaye

17:50 - 17 Tebax 2022

Qedera welatiyekî Kurd yê bi navê “Nasir Ehmedzade” xelkê bajarê “Mehabad”ê, piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve ne xuyaye.

Pêka çavkaniyek agehdar, heta niha lipeyketina malbata wî bona agehdarbûn ji qedera kurê wan bê encam maye û di heyama binçavkirinê de ti hevdîtinek digel malbata xwe nebûye û ji mafê parêzer jî hatiye bêpar kirin.

Çavkaniya agehdar daye zanîn, “Nasir Ehmedzade” roja Yekşemî 23ê Gelawêjê, bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî nevbirî hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest tune ye.