Qedera welatiyekî Kurd di girtîgeha Sineyê de nexuya ye

17:13 - 3 Çirriya paşîn 2021

Welatiyekî kurd ê bi navê “Fatih Seidullahî” xelkê gundê “Şiyan” ê ser bi bajarê Sineyê, di girtîgeha îdareya Îtla`ata wî bajarî de maye û li qedera navbirî ti zanyariyeke serast ji ber dest de nîne.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye li meha Xermanana îsal bi bê nîşandana hukmê dadverî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Hêzên ewlehî piştî binçavkirina “Fatih” li gundê “Şiyan”ê, êrîş kiribûne ser mala wî û mala wî jî vekolîbûn, navbirî li heyama binçavkirinê de li “destpiragîhîştin bi parêzer” û  “çavpêkevtin digel malbata xwe” hatiye bêparkirin.

tevî lêpeyketina malbata “Seidullahî” bo agehdar bûn ji qedera “Fatih”, hêzên ewlehî xwe ji bersivdaneke rohên parastine.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohemeta ku bi ser navbirî de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.