Qedera şeş welatiyên binçavkirî yên xelkê bajarê Pîranşehrê nexuya ye

16:37 - 26 Şibat 2022

Ji qedera 6 welatiyên binçavkirî yên bi navên “Yûsif Umerpûr, Murad Mameş, Eyûb Hedîsî, Rehman Xidmetguzar, Elî Umerpûr û Feryad Şîlan” ên xelkê bajarê Pîranşehrê piştî binçavkirinê, ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew şeş welatiyên Kurd di heyama binçavkirinê de ji rêya peywendiya telefonî ve bi malbatên xwe re ragihandine ku li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê de ne.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Ew welatiyane di heyama binçavkirinê de ji destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe hatine bêparkirin.

Wê çavkaniyê di dawiyê de ragihand: “Heta niha lipeykevtina malbatên wan bo agehdarbûn ji qedera kurên xwe bê encam maye.

Roja Duşemî 11`ê Rêbendanê, “Yûsif Umerpûr” xelkê gundê “Çiyane” yê girêdayê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Her di vê derheqê de roja Şemî 9`ê Rêbendanê, “Elî Umerpûr, Murad Mameş, Feryad Şîlan, Eyûb Hedîsî û Rehman Xidmetguzar” xelkê bajarê Pîranşehrê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi dijî wan welatiyan hatiye sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.