Qedera Nahîd Kemanger piştî binçavkirinê wê li “kanûna Îsalah û Terbiyet”a Sineyê herwisa nerohn e

18:51 - 8 Tebax 2021

Welatiya xelkê bajarê Kamiyaranê”Nahîd Kemanger” piştî derbazbûna zêdetir ji mehekê li gitîgehê de ye û qedera wê li “kanûna Îslah û Terbiyet” a bajarê Sineyê nerohn e.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, li heyama binçavkirina wê de, ji çavpêkevtin digel malbata xwe û destpiragihîştin bi parêzer hatiye bêparkirine û hêzên ewlehî heya niha ti zanyariyeke serast bo binçavkirina navbirî ranegihandine.

Herwisa wê çavkaniya agehdar gotiye: Nerohniya qeder û cihê ragirtina wê welatiya Kurd nîgeraniya malbata wê lipêy xwe aniye,berpirsên dadwerî û hêzên ewlehiyê gotine ku lipêrsîna “Nahîd Kemanger” heya niha bi dawî nehatiye û bo bidawîhatina lêkolîn li dosyeya wê, navbirî di girtîgehê de dimîne.

Herwisa wê çavkaniya agehdar got: “Nahîd Kemanger” li heyama binçavkirina xwe de sê car peyvendiyên kurt ên telefonî digel malbata xwe hebûne.

Roja Dûşemî 14`ê Pûşperê, ew welatiya piştî gazîkirin bo “Stada Xeberî” ya Îtla`ata bajarê Kamyaranê hatiye binçavkirin û piştî qebûlnekirina hevkarî digel hêzên ewlehî bo îtirafkirina bi zorê li dijî bavê wê “Husên Kemanger”, li ser televizyonê, piştî mana heyameke demkî li girtîgehê de, bo “Kanûna Îsalh û Terbiyet” a bajarê Sineyê hatiye veguhastin.  

Di Meha Xakelêweya Îsal de, “Husên Kemanger”, girtiyê siyasî yê Kurd xelkê bajarê Kamyaranê, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê bi serokatiya dadwer “Seîdî”, bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurd ên dijî hikûmeta Îranê”, bi 15 sal girtîgehê hate cezakirin û piştî nerizayetiy parêzerê “Husên Kemanger”, dosyeya navbirî bo pêdaçûnê bo “Dîwana Bilind” a welat hatiye şandin.

Herwisa hevjînê “Nahîd Kemanger”, “Raşid Muntezirî” li roja Sêşemî 7`ê Banemerê, bo cîbecîkirina cezaya wî bo girtîgeha bajarê Kamyaranê hatibû veguhastin.  

Navbirî li meha Rêbendana sala 1399an, ji aliyê dadgeha 1 a dadgeha şoreşa bajarê Sineyê bi serokatiya dadwer “Seîdî” bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdan ên dijberî hikûmeta Îranê”, bi 15 sal girtîgeha ragirtî û 2 sal girtîgeha teizîrî û bi hejmarkirina rojên berê yên binçavkirêna wî, hate cezakirin.