Qedera “Mihemed Selîmî” hêj nerohn e

16:26 - 5 Adar 2022

Ji qedera welatiyek Kurd ê bi navê “Mihemed Selîmî” xelkê bajarê Seqizê ku roja Sêşemî 19`ê Rêbendanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin, ti zanyariyek ber dest nîne.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew welatiye piştê binçavkirinê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatiye veguhastin û di wê heyamê de ji destpêregihîştin bi parêzer û çavpêkevtin digel malbata xwe hatiye bêparkirin.

Herwisa vê çavkaniyê got: “Heta niha lipeykevtina malbata Selîmî bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam maye.

“Mihemed Selîmî” roja Sêşemî 19`ê Rêbendanê, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê hatine sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne.