Qedera mamosteyek olî piştî derbasbûna 12 rojan li ser binçavkirinê hîn jî nexuyaye

18:27 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2022

Piştî derbasbûna 12 rojan li ser binçavkirina mamoste “Yûnis Newxa” xelkê bajarê “Pîranşar”ê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û heta niha jî qedera wî nexuyaye.

Her di vê derheqê de çavkaniyek agehdar ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye ku, Mela “Yûnis Newxa” ji roja Pêncşemî 16ê Pûşperê ve di girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê “Urmiyê” de ye û qedera wî nexuyaye.

Çavkaniya agehdar behsa wê yekê jî kiriye: “Ew mamosteyê olî di heyama binçavkirinê de, ji aliyê îdareya Îtilaata bajarê Urmiyê ve ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatiye bêparkirin.”

Herwisa behsa vê yekê jî kiriye: “Tevî vê yekê ku malbata Newxa serdana navendên ewlehî û dadwerî yên Urmiyê kirine, lê wan navendan ji dana her core zanyariyek li derheq qedera wî mamosteyî xwe parastine.”

Roja Pêncşemî 16`ê Pûşperê mamoste Yûnis Nûxwah kurê Xizir û xelkê bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Mela “Yûnis Newxa” bi sedema rexnekirina hikûmeta Îranê hatiye binçavkirin.

Navbirî yek ji mamosteyên Mekteba Zanista Olî yê Selahedîn Eyûbî ya bajarê Pîranşarê ye  .