Qedera “Kiyûmers Letîfî” nexuya ye û gefxwarin ji malbata wî berdewam e

17:14 - 3 Adar 2022

Tevî derbasbûna heyama du heftiyan ji binçavkirina çalakvanê medenî yê Kurd û mamosteyê zimanê Kurdî yê bi navê “Kiyûmers Letîfî” xelkê bajarê Sineyê, ji qedera navbirî ti zanyariyek ber dest nîne.

“Ferîd Letîfî” li derheq rewşa mamê xwe bi ajansa “Kurdpa” yê re ragihand: “Ji dema binçavkirina “Kiyûmers Letîfî” ve heta niha ti zanyariyek li derheq qedera wî li ber dest nîne û hêzên ewlehî li derheq lipeykevtin bo agehdarbûn ji qedera mamê min dijayetî kirine û gefa destdirêjiya cinsî li xwîşkên Kiyûmers xwarine.

Herwisa “Ferîd Letîfî” ragihand: “Hêzên ewlehî gef ji malbata me xwarine ku nabe hûn nûçeya binçavkirina Kiyûmers mîdyayî bikin.

“Letîfî” daxwaz ji saziyên mafên mirovî dike ku bi hawara malbata Letîfî ve herin û canê Kiyûmers di metirsiyê de ye.

Roja Sêşemî 3`ê Reşemê, malbata çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Sineyê “Kiyûmers Letîfî”, bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibûne gazîkirin û lêpirsîn digel wan hatibû kirin.

Roja Şemî 30`ê Rêbendanê, hêzên ewlehî di encama lipey kevtina malbata “Kiyûmers Letîfî”, bona agehdarbûn ji qedera navbirî, xwîşka wî çalakvanê medenî a bi navê “Arizû Letîfî” binçav kiribûn.

“Arezû Letîfî” piştî binçavkirinê bo demek kêm, bi sedema têkçûna rewşa tendirustiya wê û lêdan û kutnan wê ji aliyê hêzên ewlehî ve, bo nexweşxaneya Tohîd a bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Roja Sêşemî, 26`ê Rêbendanê, “Kiyûmers Letîfî”, temen 41 salî û xelkê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve bi tohmeta “hevkarî digel yek ji partiyên Kurd ên dijberî hikûmeta Îranê”, hatibû binçavkirin.

“Kiyûmers Letîfî”, çalakvanê medenî û wanebêjê zimanê Kurdî ye û berê jî endamê encûmena Mewlewî ya li bajarê Sineyê bûye.

“Kiyûmers Letîfî” di Xermanana sala 1398`an de jî, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd ên dijberên hikûmeta Îranê” hatibû binçavkirin û li 5`ê Befranbara hemen salê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.