Qedera Gulale Muradî di bajarê Urmiyê de nexuya ye

17:14 - 26 Çirriya pêşîn 2021

Welatiyeka Kurd a bi navê “Gulale Muradî” xelkê bajarê Pîranşehrê piştî derbasbûna 6 meh ji binçavkirina wê, qedera wê di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de nexuya ye.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiya di heyma binçavkirinê de ji destpêregihîştin bi parêzer bê par bûye û heta niha dadgehî nekirine.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: “Gulale Muradî di heyama binçavkirina xwe de tevî lêdan û îşkenceyê bo wergirtina îtirafa bi zorê, di bin givaşê de bûye.

Sibêdeha roja Şemî 28`ê Xakelêweyê, hêzên ewlehî “Gulale Muradî” tevî du zarokên wê yên bi navên “Metîn Bezazî” û “Tahir Bezazî” hatibûne binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê veguhastibûn.

Ew sê welatiyên Kurd piştî kuştina endamê Spaha Pasdaran “Osman Hacîhusêynî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û zarokên “Gulale Muradî” piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgehê hatine azadkirin.

Meha Cozerdana îsal, “Gulale Muradî” piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hate veguhastin.