Qedera Girtîyekî bajarê Şinoyê piştî salek heps, nediyar e

17:04 - 29 Çirriya pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Şinoyê, heyama salek di girtingeha navendî ya bajarê Urmiyê de ye, û qedera wî nediyare.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, welatiyek Kurd yê bi navê “Selam Merdanî”, temen 28 salî, kurê “Xalid” û xelkê “Sewce” ya ser bi bajarê Şinoyê, di girtingeha navendî ya bajarê Urmiyê de û qedera wî nediyare.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ew tohmeta li ser wî welatiyê hetiye sepandin “ewlehyî” ye û heya niha civîna pêregihîştin a tawana wî birêveneçûye.

Wê çavkaniyê ragehand: “Wezareta îtila’atê pêş bi azad kirina demkî ya wî welatiyê bi danîna barimteyê, girtiye.

Hêzên îtila’atê, roja 8`ê Xezelwera sala 97`an, ew welatiyê Kurd li cihê karkirina wî de desteserkirin û navbira bo yekim car karî li roja Duşemî ya Befranbara sala 97an de bo heyama 10 xulekê çavê wê bi malbata wî bikeve.