Qedera “Ebdullah Mehcûr” piştî binçavkirinê hêj nexuya ye

17:39 - 6 Kanûna Paşîn 2022

Tevî derbasbûna zêdetir ji 2 meh ji dema binçavkirina welatiyek Kurd ê bi navê “Ebdullah Mehcûr” ê temen 55 salî û xelkê gundê “Melqerenî”yê ser bi bajarê Seqizê, ji qedera navbirî ti zaniyariyek li ber dest nîne.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew welatiye di dema binçavkirinê de ji mafê peywendiya telefonî, destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Wê çavkaniya agehdar ragihand: “Hewl û li peykevtina malbata “Ebdullah Mehcûr” di wê heyamê de bo agehdarbûn ji qedera wî welatiyê bê encam bûye û heta niha nekarîne peywendiya telefonî digel navbirî hebin.

Roja Pêncşemî 20ê Xezelwerê, ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Ebdullah Mehcûr” de hatiye sepandin, ti zaniyariyek li ber dest nîne.