Qedera du welatiyên xelkê bajarê Serdeştê piştî binçavkirinê nerohn e

18:30 - 12 Tebax 2021

Tevî derbazbûna zêdetir ji 40 rojan ji binçavkirina du welatiyên Kurd ên bi navên”Şiwan Şêxe” û “Kawe Şerîfî”, xelkê bajarê Serdeştê, hêj qerdera wan nerohn e.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew du welatiyane di heyama binçavkirina wan de, ji “Pêwendîgirtina telefonî û hevdîtin digel malbata xwe û destpiragîştin bi parêzer”, hatine bêparkirin.

Herwisaa wê çavkaniya agehdar gotiye: “Tevî lipeyketina malabata wan du wealatiyane li navendên ewlehiyê, wan hêzên li dana her core zanyariyekê li derheq qedera wan du welatiyan xwe diparêzin. 

 “Şiwan û Kawe” li roja Çarşemî 9`ê Pûşperê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ên girêdayê Îtla`ata Spaha Pasdaran ve hatine binçavkirin û bo ciheke nexuya veguhastine.

 “Şiwan Şêxe” Endazyarê Kempiyûterê ye.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan du welatiyan de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.