Qedera du welatiyên xelkê bajarê Qurweyê nexuya ye

17:48 - 15 Gulan 2021

Ji qedera du welatiyên Kurd yên bi navên “Daryûş Xalidiyan” 22 salî û kurê “Hûşeng” û herwisa “Muhsên Seîdî” 21 salî û kurê “Husên” û xelkê bajarê Qurweyê, ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar ew du welatî di heyama binçavkirina xwe de, ji “destpêregihîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbatên xwe”, bêpar in.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Hêzên ewlehî ji dana her core bersiveke rohn li derheq qedera wan du welatiyan bi malbata wan re xwe diparêzin.

Roja Pêncşemî 16`ê Banemer, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew du welatî binçav kirine û ew welatiyane bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê veguhastine.

Heta dema belavkirina vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan du welatiyan de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.