Qedera Cemal Yûsifî û Husên Îbrahîm Hemze li girtîgeha bajarê Mihabadê nerohn in

18:04 - 27 Nîsan 2021

Qedera 2 girtiyên Kurd ên bi navên “Cemal Yûsifî”,yê xelkê gundê “Muşîrava” û “Husên Îbrahîm Hemze”,ê kurê Ebdulla, xelkê gundê “Qeregol”ê ser bi bajarê Bokanê, li girtîgeha bajarê Mihabadê hêj nerûhn in.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew 2 welatî li roja Yekşemî 5`ê Banemerê, bo dadgehîkirinê  bo dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê hatibûne gazîkirin lê, kombûna dadgehîkirinê birêve neçûbû.

Ew 2 girtî, li sala derbasbûyî de ji girtîgeha bajarê Bokanê bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibûne veguhastin.

Herwisa ew 2 girtiyên Kurd, li destpêka meha Befranbara sala 1397an bo lêpirsînê, ji girtîgeha bajarê Bokanê bo îdareya Îtla`ata bajarê Urmiyê, hatibûne veguhastin û piştre,  bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibûne veguhastin. 

Ew 2 welatiyên Kurd li sala 1395an de, bi tohmeta “endambûn û hevkarî digel yek ji Partiyên Kurd ên dijberê hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û li heyama binçavkirinê de li dest pêrageyîştin bi Parêzer” bêpar kiribûn.