Qedera çalakvanekî medenî nexuya ye û bêrêzî bi malbata wî re hatiye kirin
17:48 - 5 Şibat 2020
“Ferdîn Muradî”, çalakvanekî medenî yê xelkê bajarê Sineyê, piştî derbasbûna du heftiya ji ser binçav kirina wî re, hêşta qedera wî nexuya ye.
Ew çalakvanê medenî, roja Çarşemî piştî ku hêzên Îtila`atê êrîş kirine ser mala wî û binaç kirin, heya niha qedera wî nexuya ye.
Tevî wê malbata “Muradî” bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe li pey ketine, hêzên Îtila`atê heya niha ti zanyariyek ji derheq qedera “Ferdîn” nexistine ber dest wan.
Komîteya Hevahengî bo pêk anîna Saziyên kedkaran, di vê derheqê de nivîsiye: “Tevî vê ku malbata wî heya niha çend cara serdana îdareya Îtila`atê kirine, ne ku ti bersivek bi wan re nedane, belkî malbata wî digel bêrêzîkirina me`imûrên îdareya Îtila`atê rûbirû bûne”.