Qedera Anîsa Ceiferîmêhr piştî 10 rojan nexuya ye

17:20 - 3 Kanûna pêşîn 2020

Qedera Anîsa Ceiferîmêhr, çalakvana ferhengî a bajarê Şabad ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê, piştî 10 rojan nexuya ye.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew çalakvana ferhengî di heyama binçavkirinê de, tenê yek car pêwendiya telefonî digel malbata xwe girtiye û ji çavpêkevtina malbatê bêpar kirine.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: Parêzerê wê jina çalakvan a ferhengî lipeykevtina dosiyaya wê dike û di çend rojên bê de yê dosiya wê bo dadgehê bişîne.  

Keresteyên kesî yên wê çalakvana ferhengî yên wekî, leptap, telefon û hind ji keresteyên din, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine zevtkirin.

Roja Duşemî 3ê Sermawezê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî êrîş kirine ser mala wê çalakvana ferhengî û dest bi vekolîna mala navbirî kiribûn.

“Anîsa Ceiferîmêhr”, xwendikara qonaxa karnasî ya beşa zimanasî a zanîngeha Kurdistanê ye.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, ji sedema binçavkirina wê çalakvana ferhengî, ti zanyariyek ji ber dest de nîne.