Qedera 5 welatiyên xelkê bajar Baneyê nerohn e

17:57 - 10 Nîsan 2022

Qedera 5 welatiyên Kurd ên bi navên “Refîq Pizîşkî, Bêhzad Pizîşkî, Kerîm Pizîşkî, Se`îd Reşîdî û Cemal Murwetî” xelkê bajarê Baneyê, li girtîgeha bajarê Sineyê nerohn e.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew 5 welatiyên Kurd di heyama binçavkirinê de,ji mafê destpiragihîştina bi parêzer hatine bêparkirin û heta niha jî nehatine dadgehîkirin.

Herwisa wê çavkaniya agehdar bas ji wê yekê jî kiriye ku îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê digel azadkirina wan 5 welatiyên Kurd bo danîna barimteyê dijayetî kiriye.

Roja Duşemî rêkefta 25`ê Rêbendana sala 1400`an, ew 5 welatiyên Kurd ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibûne veguhastin.

Hêzên ewlehî ew 5 welatiyên Kurd, bi “hevkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê” tohmetbar kirine.

Rêkefta 20`ê Xezelwerê, ew 5 welatiyên Kurd, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî bi bêrêzîkirin û lêdanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Hêzên ewlehî di dema binçavkirinê de, bêrêzî bi malbata wan kiribûn û Herwisa keresteyên wan yên kesîn jî, digel xwe biribûn.