Qasim Ehmedî 2 sal hews bo pişrast hate kirinê

21:37 - 20 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: jornalîstik Kurd ji xelkê şarê Mihabad ji aliyê dadgeha pêdeçona şarê Ormî, hukmê 2 sal girtina teizîrî bo erênî kirin.

gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Qasim Ehmedî, jornalîst û xebatkarê çandiyê şarê Mihanadê ku pêşde ji aliyê dadgeha vî şarî bi tometa “ Hewldan bo çêkirina kombûnên protestoyan dij bi rêjîm” bi 5 sal hewsa teizîrî hatibû mehkûm kirinê, li incam dadgeha pêdeçona Ormî, hukmê 2 sal hewsa teizîrî bo navbirî erênî kir.

\"15465.jpg\"
Qasim Ehmedî, jornalîst û xebatkarê çandiyê şarê Mihanadê
Ev jornalîstê Kurd roja Çarşem 16ê Reşema sala 1391 ji aliyê hêzên ewlehiya şarê Mihabadê tev “ Menûçehr Pûr Dil” hat girtin û paşî 16 rojan ji girtinê bi danîna barmita 50,000,000 tûmenî bi forma katî ji girtîgehê berdan.

Qasim Ehmedî yekik ji xebatkarên xwendekaî û her wisa ser-nivîskarê pêşde yê demsalnama xwendekariya “ Rojev” bû ku li zanîngeha Tehran diweşiya, ew demsalname 20 Xakelêwa sala 1390 ji aliyê berpirsên karên çandî ya zanîngeha Tehranê pêşî ji weşanê girtin.

Li doma rewşa girtina jornalîstên Kurd, Mesûd û Xusro Kurd Pûr li rojên 17 û 19ê heyva Reşema sala 1391a rojî de ji aliyê hêzên ewlehiyê hatin girtinê.