Qani`i Xetirî bi danîna barêmteyê hate azadkirin

18:01 - 27 Gulan 2021

Roja Pênşemî 6`ê Cozerdanê, çalakvanê medenî ê xelkê bajarê Sineyê “Qani`i Xetirî”, bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên wî bajarî hate azadkirin.

Ew çalakvanê medenî, bi danîna barimteyê bi awayê demkî heya bi dawîhatina qonaxên dadgeha wî hate azadkirin.

“Qani`i Xatirî” li heyama binçavkirinê de li “destpêregihîştina bi parêzer û çavpêkevtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin.

Ew çalakvanê medenî, roja Sêşemî 28`ê Banemerê, digel 4 çalakvanên din yên medenî yên bi navên “Murtiza Mihemedî”, “Keywan Elyasî”, “Reza Rizayî”û “Muhsin Husênpenahî”, ji laiyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

“Qani`i Xatirî” endamê kempêna “Jiyanaweya Kurdistan”ê ye û ji tohmeta ku bi ser wî welatiyî de hatiye sepandin ti zanyiyariyek serast ji ber dest de nîne.