Qamûşên gola Zirêwarê bi panahiya 80 hiktaran şewitî

19:07 - 14 Tebax 2021

Berpirsên Îdareya Parastina Jîngehêparêziya bajarê Merîwanê gotiye: “Tevî şevitîna 80 hiktar ji qamûşên gola Zirêwar, piştî 8 demjêmiran agir hatiye temirandin.

Roja Înê 22`ê Gelawêjê, demjêmir 1`ê piştî nîvero ew agire li qamûşên jorî yên gola Zirêwarê hatibû berdan. 

Berpirsê Îdareya Parastina Jîngeha bajarê Merîwanê “Îbrahîm Hîmetbolend” di hevpeyvînekê de, digel nûçegihaniya hikûmî ya “ISNA”yê gotiye: “Pêka berewirdan, nêzî 80 hiktar ji qamûşên gola Zirêwarê şewitîne û bi hevkariya xelkê û “Encumena Sewz a Çiya” û navendên hikûmî li bajarê Merîwan û Sewlawayê, ew agire hatiye temirandin.

Herwisa navbirî, bi bê nasandina kesek an kesanek, sedema wî agirî bi sedema kes an kesan daye zanîn.  

Gola Zirêwar bi panatiya 20 kîlometrên 2cî di 3 kîlometirya bajarê Merîwanê de ye û bi yek ji navendên geştiyarî yên wê deverê tê naskirin.

Ew gole nizî 5.4 kîlometran dirêjahî û nêzî 2 kîlometran panatî heye û ava wê ji kaniyên jêrê wê golê tê dabînkirin.

Gola Zirêwar li sala 1397an de, wekî 25emîn gola navnetewî li konvasiyona Ramserê hatibû tomar kirin.