Qamçî lêdan bi 5 lawên Kurd bi tawana rojî negirtinê

13:37 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2014
Ajansa Kurdpa: 5 lawên Kurd yên ji xelkê Kirmanşan, bi hegera hindê rojî ninin, ber çavên xelkan ketin bin qamçî lêdanan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; 5 lawên Kurd, yên ji xelkên Kirmanşan, ku tometa rojî negirtinê ser wan de sepandibûn, hukmê 70 derbên qamçiyan ser de cîbicî kirin.

Ew hukum gorekî yasaya sizadana islamî hate cîbicî kirin, ku vê gorekê, kirina her heramiyik ber çavên xelkan , tawana dîtin tê hisêb.

Kesitiya wan 5 lawên Kurd heya niha eşkere nebûye, lê gorekî raporta ILNA, ew hukma paşniroya roja yekşem, li 4 ciyên şarê kirmanşanê de hatiye cîbicî kirin.

Pêştir jî ragihandinên hukûmî, nûçên wisa weşandibûn, ku 2 kes li şarêŞîraz, bi hegera negirtina rojiyê, 80 qamçî lêdabûn.

Bi gotina xebatkarên mafê mirov li Kurdistan, neçar kirina welatiyan bi berçav girtina şer’a islam li ciyên giştî de, bi curik ji berpê kirina mafê mirov û sînordar kirina azadiya kesîn dihesibînin.