“Qadir Mihemedzade” ji girtîgeha bajarê Yezdê hate mirexesiyê

15:57 - 17 Adar 2022

Roja Sêşemî 24´ê Reşemê, girtiyê siyasî yê Kurd “Qadir Mihemedzade” xelkê bajarê Bokanê, ji girtîgeha bajarê “Yezd”ê îzna mirexesiyê bi wî re dan.

Ew girtiyê siyasî temen 44 salî ye, navbirî yekem car e ku di heyama binçavkirina xwe de îzna mirexesiyê bi wî re dane. 

Roja Çarşemî 17´ Xermananê, “Qadir Mihemedzade” piştî 39 rojan dawî bi gireva birsîbûna xwe anî. Ew girtiye li 9´ê Gelawêjê bi nîşandana nerizayetiyê li derheq dijayetîkirina dadstanê bajarê Mihabadê, digel daxwaza navbirî bo hatin amirexesiyê, gireva birsîbûnê girt.

Ew girtiyê siyasiyê Kurd, li 29´ê Sermaweza sala 1384´an, digel “Mihemedemîn Ebdullahî” ji aliyê hêzên Îtila´atê ve hatibûne binçavkirin û piştî lêpirsînê li girtîgeha îdareya Îtila´ata bajarên Urmiye û Mihabadê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin û piştî 15 meh ji nexuyahiya qedera navbirî ji aliyê taya yek a dadgeha Şoreşa bajarê mihabadê bi tohmeta “miharibe ji rêya endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê”, her yek ji wan bi 20 û 18 sal girtîgeha dûrxistin hatine cezadan û ew cezaye jî bi awayek fermî li dadgeha pêdaçûnê ve, hatiye piştrastkirin.

Herwisa “Qadir Mihemedzade” ji aliyê dadgeha kêyferî a bajarê “Mihabad”ê bi tohmeta kuştina bizanebûn” bi 7 sal girtîgehê hatibû cezadan, ew ceza piştî nîşandana nerizayetiya wê girtiyî li sala 1392an a Rojî ji aliyê “Dîwana bilind a welat”ê ve hat redkirin û bi pere hat guhartin.

“Qadir Mihemedzade” meha Rêbendana sala 1398an a Rojî, li dosiyeyek din de bi tohmeta “Pêwendî digel mîdyayên biyanî li derveyî welat” ji aliyê taya 1 a dadgeha bajarê “Mihabad”ê bi 6 meh girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.