Pûşpera sala1400 an; 105 haletên binpêkirina mafê mirovî li Kurdistanê
Navenda Amar a Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di raporeke amarî de, îşare bi girîngtirîn haletên binpêkirina mafê mirovî li Kurdistanê di meha Pûşpera sala 1400`an de dike ku kurtiyek ji wê bi wî awayî ye:
Îdamkirina welatiyên Kurd li Kurdistanê: 6 halet
Binçavkirina welatiyên Kurd li Kurdistanê: 36 halet
Cezadana welatiyên Kurd bi girtîgehê: 4 halet
Kuştin û birîndarkirina kolberan: 25 halet
Kuştin û birîndarkirina welatiyan bi sedema teqîna mîn û alavên şer: 6 halet
Mirin û birîndarbûna kedkaran: 28 halet
Bi giştî haletên binpêkirina mafê mirovî:
Îdamkirina welatiyên Kurd: 6 halet
Hejmara giştî a îdamkirinan li Îranê: 36 halet
Tohmeta ku bûne sedema îdamkirinê di Îranê de bi giştî:
Qetil: 24 halet
Cezayên girêdayî bi madeyên hişber: 10
Nêrbazî: 2 halet
Herwisa:
6 kes ji îdamkiriyan Kurd û 5 kes ji wan jî Belûç bûne
Binçavkirin: 36 halet
30 kes ji wan binçavkiriyan di meha Pûşpera sala 1400`an de hatine binçavkirin.
6 kes jî bo derbaskirina heyama cezaya xwe ku piştre bi wan ragihandine hatine binçavkirin û bo girtîgehê hatine cezadan.
Çarçoweya çalakî:
1 çalakvanê jîngeparêz, 1 xwêndekar, 1 çalakvanê medenî, 1 çalakvanê çandî, 1 mamosta, 1 parêzerê paye yek yê dadgusteriyê, 1 çalakvanê Sunnî mezheb, 1 Yarsanî, 1 endamê mekteba Quran, 1 malbata girtiyê siyasî.
Sedem û şêwaza binçavkirina welatiyan:
Binçavkirin ji aliyê hêzên ewlehî ve: 36 halet
Qedera nexuya piştî binçavkirinê: 27 halet
Cihê nexuya piştî binçavkirinê: 21 halet
Êrîş û xirabkirina xaniyan li dema binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve: 8 halet
Zevtkirina keresteyên kesîn: 4 halet
Tohmetên sepandî di dema binçavkirinê de:
Hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî: 5 halet
Çalakiyên Olî: 2 halet
Piropagende li dijî nizamê: 1 halet
Bêrêzî bi pîroziyan: 1 halet
Welatiyên Kurd ên ku bi girtîgehê hatine cezadan
Hejmar: 4 halet
Çawahiya hikman
Girtîgeha te`izîrî: 22 sal û 9 meh û 34 roj
Çarçoweya çalakiya hejmarek ji wan kesan :
Çalakvanê medenî: 1 halet
Girtiyê siyasî: 1 halet
Tohmetên sepandî:
Hevkarîkirin digel Partiyên Kurdî: 2 halet
Piropagende li dijî nizamê: 3 halet
Hewldan li dijî tenahiya netewî: 1 halet
Muharibe: 1 halet
Bêrêzî bi rêberî: 1 halet
Kuştî û birîndarbûna kolberan (nav)
rêje: 25 halet (6 kuştî û 19 birîndar)
Çawahiya kuştin û birîndarbûna kolberan:
Teqa rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê: 15 halet
berbûn ji bilindahiyê: 2 halet
lêdar û kutan ji aliyê hêzên leşkerî ve: 8 halet
Kuştin û birîndarbûna welatiyên Kurd bi sedema teqîna mîn û alavên şer
Di wê heyamê de 6 welatiyên Kurd bi sedema teqîna mîn û alavên şer li bajarên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin. (4 kes kuştî û 2 kes birîndar)
Cihê teqînê 2 halet li bajarê Kirmaşanê, 2 halet li bajarê Îlamê û 2 halet di bajarê Seqizê de bûne.
Kuştî û birîndarbûna kedkaran li Kurdistanê
Di wê heyamê de 28 halet li dema karkirin û bi sedema bûyerên hatûçonê canê xwe ji dest dane. (6 kuştî û 22 birîndar)
7 Kedkar bi sedema berbûn ji bilindahiyê ve di dema karkirinê de
2 kedkar bi sedema herîfîna dîvar di dema kar de
1 kedkar bi sedema berqgirtinê di dema karkirinê de
17 bûyerên kar: bi sedema ajûtwanî (16 kedkar bi sedema wegerîna otobûsê di dema çûn bo ser kar de birîndarbûn û zarokekî 16 salî di dema karkirin di nav bostan de û bi sedema wegerîna tiraktorê canê xwe ji dest da)
1 kedkarê welatî jî bi sedema lêdan û kutana hêzên bajarvaniyê hatiye birîndarkirin.
Amadekar: Evîn Mistefazade