Polîsê sayberî(Syberi) li kafî netên Bokan camerayên çavdêrî danîn

13:15 - 14 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: li heftiya borîde, xwediyên kafî netên şarê Bokan ketin bin bandora hêzên ewlehiyia hukûmta islamiya Îranê.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; ajanên asayiş û kinc-sivîl li hejmarik ji kafî netên şarê bokan, beyî derft û xwesta xwedî kafî netan, kamêrayên çavdêriyê danîn.

Tê gotin, hêzên asayişê ji xwedî kafî netan xwestine xêncî standina nasnama welatiyan, dema hatin û derketina wan tûmar bikin.

Polîsê siybêrî(FTA) li despêka heyva Dêya sala 1390a rojî bi derxistina belavokik, behre birina welatiyan ji kafî netan girêdayê şanî kirina kesatiya welatî kiribûn ku xwedî kafî net wezifedarê danîna kamêrayên çacdîriyê kiribû.

Li Îran, pitira websîtan ji aliyê binkên hukûmî hatine filter kirin û heya heya li kafî netan ku pitira bi kar birê wê ciwanin, mafê danîna fîlter şikênan çininin.

Li vê barê de, ajanên dezgeha emakin li hejmarik li kafî netên şarên Pawe û Kirmanşan de beyî derfet û xwesta xwedî kafî netan, kamêrayên çavdêriyê danîbûn.

Bi gotina yekik ji xwedî kafî netan, ev kamêrayên çavdêriyê ji aliyê hêzên asayişê gişt hatin û derketina welatiyan bi kafî netan kontrol dikin.

Her wisa zêde kirina kontrol kirin ser internet tinê bi kafî netan kuta nabe û internetên malan jî ji kontroka giştiya polîsê saybêrî(FTA) dene û biçûk tirîn şaşî bi lêketina bê derbas bûna ajanan tûş dibe.