Pizîkekî Kurd piştî rohnbûna cezayê wî bi danîna barimteyê hate azadkirin

12:07 - 5 Nîsan 2020

Roja Şemî 16`ê Xakelêwe, “Dr.Rehîm Yûsifpûr”, pizîşkî naskirî ê xelkê bajarê Seqizê, li taya 3 a lêpirsîna dadgeha giştî a wî bajarî, piştî rohinbûna cezayê wî û bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hate azadkirin.

 “Şahid Elewî”, rojnamenivîs û rûniştiyê Waşêngtonê, bi belavkirina wê nûçeyê di nav torên civakî de, basa azadkirina “Rehîm Yûsifpûr” bi danîna barimteya 70 milyon tumnî kir.

 “Rehîm Yûsifpûr”, piştî belavbûna vîrûsa Korona di bajarê Seqizê de,  bi belavkirina girte vîdiyoyek di nav Înistagrama xwe de, bi dana zaniyarî li derheq vîrûsa Korona, digel dijekiryara îdareya Îtila`at a Spaha Pasdaran rû bi rû bû.

Navendên Îtila`atî di heyama mehekê de, bo givaş xistin li ser pizîşkî xweşnav ê bajarê Seqizê, 8 caran banghêjname bo navbirî şandibûn û roja Şemî 16`ê Xakelêwe di dadgehê de cezayê wî hate diyarîkirin.

Roja Yekşemî 18`ê Reşeme,  “Dr. Rehîm Yûsifpûr”, bi sedam belavkirina zaniyarî li ser vîrûsa Koerona, ji aliyê Îtila`atê ve hate gazîkirin û lêkolîn digel kirin.

Dr Yûsifpûr, daxaza ji berpirsên hikûmetê di bajarê Seqizê de kiribû ku bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê, wî bajarî qerentîne bikin.