Pitir ji %70 ji girtiyên Îranê ji texa hejar in

15:35 - 7 Çirriya paşîn 2015
ajansa Kurdpa: Serbarê kêmbûna wan tawanan ku cezaya girtîgehê jê re hatiye diyarîkirin, Îran di warê binçavkirina hemwelatiyan de, di refa welatên yekemîn ên cîhanê de ye.

Serokê rêkxistina girtîgehan û hewlên ewlehî û perwerdehiyê yê Îranê ragehand ku, di her salekê de 500 hizar Îranî bi sedema encamdana yek yan çend tawanan, ku di yasaya bingehîn a Îranê de îşare pê hatiye kirin, têne hepskirin û piraniya wan yan ders nexwandine, yan jî kêm xwandine.

Esxer Cehangîrî herweha bas ji kêmbûna hêza mirovî di dezgeha dadwerî ya Îranê de kir, û eşkere kir ku di her salekê de nêzîk 15 milyon dosiye di dadgehên Îranê de kar li ser tê kirin, û %70 heya %75 ji girtiyên Îranî, tevî arîşeyên aborî berbirû ne, û piraniya wan ji texa desteng û kêmdahat a welat in.

Cehangîrî daxwaza vê yekê kir ku gerek cezaya girtîgehê bo tawanên weke “Nefeqe” û “Mareyî” bê hiloşandin, jiber ku girtîgeh cihê wan kesan e ku destdirêjiyê dikin ser namûsa xelkê û dibin sedema têkdana ewlehiya civakê.

Navbirî herweha ragehand ku qedera %25 ji girtiyên Îranê ne diyar e, û herweha di sala borî de jî ragehand ku %70 ji girtiyên Îranê xwediyê temenê kêmtir ji 40 saliyê ne.

Eva di demekê de ye ku ligorî amaran, bi sedema hebûna rêjeya herî zor a girtiyan, Îran di pileya çarem heya heştem a cîhanê de cih digire.

Pişporên civakî peresendina hejariyê di nava texên aliyê jêrîn ên civakê, weke yek ji hokarên herî sereke yên zêdebûna rêjeya xisarên civakî didin zanîn.