Piştîvan Efser hate mirexesiyê

17:29 - 6 Kanûna pêşîn 2020

Roja Şemî 15ê Sermawezê, yek ji girtiyên kombûna meha Xezelwer ya sala 1398an yê bi navê “Piştîvan Efser” xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê bi danîna barimteyê hate mirexesiyê.

Roja Çarşemî 14ê Xezelwerê, ew welatiyê Kurd bo dadgeha şoreş a bajarê Sineyê hatibû gazîkirin û piştre bo cîbicîkirina cezaya xwe hate binçavkirin û bo girtîgeha navendî a bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Befranbara sala 1398an, “Piştîvan Efser” ji aliyê taya du a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê ve bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê û beşdarîkirin li kombûna nerizayetiyên meha Xezelwer a sala 1398an” bi 9 sal hepsa teizîrî hatibû cezadan û ew cezaye jî li dadgeha pêdaçûn a bajarê Sineyê bi 5 sal hepsa teizîrî hatibû kêmkirin.

Ew welatiyê Kurd roja Sêşemî 28ê Xezelwer a sala 1398an li meşa kombûna nerizayetiyan hatibû binçavkirin û roja Şemî 23ê Sermawezê bi danîna barimteya 400 milyon tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.