Piştî Destbiserkirina Sê Çalakên Sivîl, Du Çalakên Din Ên Sine Neçar Man Welat Terk Bikin

12:28 - 23 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Li heyamê hefiya derbazbûyî de du çalakên sivîl ên bajarê Sine û endamên Civata Kesk a Kurdistanê bi navên Kawe Tehmasubî, temen 26 salî û Rizgar Rewşenî temen 32 salî, ji tirsa egera destbiserkirinê, neçar man welat bi cî bihêlin.

Li gor ew nûçeya ku gihîştiye Ajansa Kurdpa piştî ku ev du welatî haydar dibin ku hêzên ewlekarî bi armanca destbiserkirina wan çûne mala wan, neçar dibin ku welat terk bikin.

Hêzên Ewlekarî ên Îranê, piştî ku diçin mala wan du çalakan û wan re derdikeve ku ew ne li mal in, dest dikin bi geriyan li nav alav û pirtûkên wan û kampiyûterên wan û wan bi xwe re dibin.

Berê jî Kawe Tehmasubî û Rizgar Rewşenî bi tawana hewldan dijî ewlehiya welat, 6 mehan li zîndana navendî ya Sine de hatibûn destbiserkirin.

Herwiha Wuriya Xusrewî, Ekber Gewêlî û Kamran Rehîmî, ji endamên Civata Kesk ya Kurdistanê ku heyamek berê hatibûn destbiserkirin niha jî li girtîgehê de ne.

Malbatên wan sê kesan hêj bê ageh in derheq rewş û çarenivîsa wan sê kesan.