Piştî derbasbûna 70 rojan hîn jî qedera çar mamosteyên bajarê Dîwandereyê nediyar e

18:46 - 24 Tebax 2022

Tevî derbasbûna 70 rojan li ser binçavkirin û nexuya bûna qedera “Omîd Şamihemdî, Hîwa Qureyşî, Perwîz Ehsenî û Kawe Mihemedzade”, 4 çalakvanên sinfî yên mamosteyên Kurdistan- Dîwanderê, hîn jî li girtîgeha Îtilaata bajarê Sineyê nehatine azadkirin û qedera wan nexuya ye.

Ew 4 çalakvanên sinfî di girtîgeha Îtilaata bajarê Sineyê de ne û piştî derbasbûna mehekê heta niha ti pêwendiyek telefonî digel malbata xwe nebûne.

Çavkaniya agehdar daye zanîn, ew 4 çalakvanên sinfî yên Kurdistan- Dîwandere, di dema binçavkirinê heta niha ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatine bêparkirin.

Herwisa çavkaniya agehdar daye zanîn ku dadgeha şoreş a bajarê “Sine”yê bo azadkirina wan 4 çalakvanên sinfî barimteya 500 milyon Tumenî diyarî kiribûn û tevî dabînkirina vê barimteyê, dadgeh ji biriyara dana nameyê bo azadkirina wan xwe parastiye.

Roja Sêşemî 4ê Gelawêjê, mamosteyên bajarê “Dîwander”ê bi nîşana nerizayetiyê li derheq binçavkirina “Omîd Şamihemedî, Hîwa Qureyşî, Perwîz Ehsenî û Kawe Mihemedzade” ji endamên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan- Dîwanderê, li hember îdareya Perwerde û Hînkariyê, kombûnên nerizayetiyê lidar xistin.

Roja Çarşemî 25ê Cozerdanê, ew 4 çalakvanên Sinfî yên Mamosteyên Kurdistan- Dîwanderê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin.

“Umîd Şamihemedî” roja Duşemî 21`ê Xezelwera sala 1397`an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin û piştî 40 rojan li binçavkirinê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

Ew çalakvanên sinfî bi tohmeta “hewldan li dijî ewlehiya netewî”, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş ya bajarê Sineyê ve bi salek girtîgeha te`izîrî hatibûn cezadan.