Piştî derbasbûna 50 rojan hîn qedera çar mamosteyên bajarê Dîwandereyê nediyare

17:43 - 2 Tebax 2022

Tevî derbasbûna 48 rojan li ser binçavkirin û nexuya bûna qedera “Omîd Şamihemdî, Hîwa Qureyşî, Perwîz Ehsenî û Kawe Mihemedzade”, 4 çalakvanên sinfî yên mamosteyên Kurdistan- Dîwanderê, hîn jî li girtîgeha Îtilaata bajarê Sineyê nehatine azadkirin.

Pêka çavkaniyek agehdar ev sêyemîn care ku dadgeh biriyara binçavkirina wan 4 mamosteyên Kurd di heyama binçavkirinê de demdirêj dike.

Çavkaniya agehdar behsa vê yekê kiriye ku: Tevî derbasbûna 48 rojan li ser binçavkirina wan 4 çalakvanên sinfî, heta niha ew 4 mamosteyên Kurd ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatine bêparkirin.

Herwisa çavkaniya agehdar daye zanîn ku: Demdirêjkirina heyama binçavkirina wan 4 mamosteyên bajarê Dîwanderê, bûye cihê nîgeraniya malbata wan û herwisa tirsa malbatên wan ji çêkirina dosyeyan li dijî wan çalakvanan ji aliyê navendên ewlehî ve he ne.

Roja Çarşemî 25ê Cozerdanê ew 4 endamên Encûmena Sinfî ya mamosteyên Kurdistan-Dîwanderê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin û piştre bo girtîgeha îdareya Îtilaata Sineyê hatibûn veguhastin.