Piştî derbasbûna 4 rojan hêj termê Kolberê xelkê Baneyê nehatiye peydakirin

17:20 - 27 Şibat 2022

Pi?tî derbasbûna 4 rojan ji hewldanên malbat û xelkê gundê "Nêrwan" ê ser bi bajarê "Bane"yê termê "Dana Salihpûr" ê xelkê wî gundî nehatiye peydakirin.

Di vê derheqê de çavkaniyek agehar bi ajansa Kurdpayê ragihandiye: "Ji roja Pênc?emî 5ê Re?emê ve ku Dana kevtibû nava avê de heta niha termê navbirî nehatiye peydakirin." 

Herwisa vê çavkaniyê ragihandiye: "hewldanên xelkê bo peydakirina termê wî Kolberê Kurd berdewam in." 

Çavkaniyek nizîk bi malbata Salihpûr daxwaz ji welatiyên bajarê Baneye bi taybet xelkê gundên derdora wî bajarî kiriye ku di peydakirina termê "Dana  Salihpûr" alîkar bin.

Roja Pênc?emî 5ê Re?emê, "Dana Salihpûr" kolberê temen 18 salî di dema zivirîn li sînorê Baneyê kevtibû nava çamê "Tajeban"ê û heta niha termê wî nehatiye peydakirin.