Piştî derbasbûna 135 rojan termê “Behlûl Seydanîferd” duyemîn kolberê vundabûyî hat peydakirin

17:58 - 28 Gulan 2022

Sibêdeha roja Şemî 7`ê Cozerdanê, termê “Behlûl Seydanîferd” duyemîn kolberê vudabûyî yê xelkê gundê “Bavan”a girêdayê devera Mirgever a bajarê Urmiye, li bilindahiyên gundê “Gelêşim” a Tirkiyê hat peydakirin.

Termê wî kolberî piştî derbasbûna 135 rojan ji aliyê rûniştiyên gundê “Geleşim”ê hate peydakirin û bo pizîşkê yasayî yê Şemzînan hatiye veguhastin.

Hewlên xelkê bona peydakirina termê “Es`ed Seydanî” sêyemîn kolberê vundabûyî yê xelkê gundê “Bavan”ê hêj berdewam in.

Roja Şemî 17`ê Banemerê, termê “Barzan Mehînî” kurê Şevket, yek ji wan sê kolberên xelkê gundê “Bavan” a girêdayê devera Mirgever a bajarê Urmiye, piştî derbasbûna 114 rojan li nav axa Tirkiye û li gundê “Gelêşim”a wî welatî hatibû peydakirtin.

Ew sê kolberên Kurd roja Pêncşemî 23`ê Befranbara sala 1400`an a rojî, li bilindahiyên di navbera bajarê Urmiye û welatê Tirkiye li nav befir û bageyê de vunda bibûn.