Piştî derbas bûna 5 mehan ji rewşa girtiyek siyasî yê Kurd çi zaniyariyek li berdest de nine

13:25 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Piştî derbas bûna 5 mehan çi zaniyariyek li ser çarenûsa girtiyek siyasî yê xelkê bajarê Mihabadê li berdest de nine.

Çavkaniyek haydar dinava zîndana “Recaî Şehr”bi ajansa kurdpa ragehand: 5 mehan beriya niha Simko Xilqetî ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê bo benda 209 a zîndana Êvînê hate veguhastin,lê heya niha çi nûçe û zaniyariyek li ser rewş û çarenûsa wî li berdest de nine.

Çavkaniyê base vê yekê jî kir, egera vê yekê heye ku hêzên Îttltaî girtiyê siyasî yê Kurd bo jûrên takekesî yên zîndanê Êvînê veguhastibe.

Simko Xilqetî yê temen 34 salî û xelkê bajarê Mihabadê berwar 18’ê Çileya Paşîn ya 2010’an li bajarê Erakê hate binçav kirin û piştre bi tawana alikarî tevî partiyek Kurdistanî yên dijberî Komara Îslamiya Îranê bi 15 salan zîndanê hate mehkûm kirin.

Navbirî xwediyê bawernameya “Endazyariya Mêtalojî”li zanîngeha “Senetî ya Şerîf”e û li binkeya navokî ya bajarê Erakê kar dikir.

Simko Xilqetî li destpêka meha Adara sala bihûrî bi derba gef û hereşeyên Îdareya Îttlat û li pêşiya kamêrayê bi neçarî tawan û boxtanên li ser xwe qebûl kirin ku piştre li kanala Êngilîsî ya “Pirês TV”ku ser bi Îdareya Îttlat ya Komara Îslamiya Îranê ye hate bilav kirin.