Piştî binçavkirina Sê welatiyên xelkê gundê “Tengîser”ê qederên wan hêj ne rohn e

18:07 - 11 Gulan 2021

Tevî derbasbûna du heftî ji binçavkirina wan sê welatiyên Kurd ên bi navên “Aram Muradiyan”, kurê Osman, “Emîr Rizayî” yê kurê Cemîl, “Areş Ehmedî” yê kurê Nasir û xelkê gundê “Tengîser” ê ser bi devera “Javero” ya bajarê Sineyê, ji qedera wan ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew sê welatî heta niha ji “destpêregihîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbatên xwe”, bêpar in.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Hêzên ewlehî ji dana her cure bersiveke rohn li derheq qedera wan sê welatiyan bi malbata wan re xwe diparêzin.

Roja Sêşemî 7`ê Banemer, hêzên ewlehî, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew sê welatî binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

“Aram Muradiyan” û “Emîr Rizayî” li meha Befranbara sala 1399`an, bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibûne gazîkirin û lêpirsîn digel wan hatibû kirin.

Heta dema belavkirina vê nûçeyê, ji qeder û tohmeta ku bi ser wan sê welatiyan de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.