Piştî bidawîhatina qonaxa lêkolîna hepsiyekê, bo girtîgeha bajarê Neqedê hate veguhastin

17:26 - 7 Hezîran 2020

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Mihemed Qadirî” xelkê bajarê Pîranşehrê, piştî bidawîhatina heyama lêkolîna wî di girtîgeha îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê de bo girtîgeha bajarê Neqedê hatye veguhastin.

Rêketa 6`ê Cozerdan, malbata wî welatiyê Kurd, bo çavpêketina wan digel kurê xwe bo yek ji girtîgehên ewlehî yên wî bajarê hatine gazîkirin û bo heyama çend demekê kurê xwe bi bêhişî ditîne.

Hêzên ewlehî bi malbata wî welatiyê Kurd re ragihandine ku navbirî xwastiye xwekujiyê bike û du heftî berî niha bi vexwerina dermanê paqijkirina “avdest”ê xwestiye xwe bikuje û di wê derheqê de, du car bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Roja Sêşemî 16`ê Banemerê, 5 welatiyên din yên bi navên “Elî Qadirî” kurê “Resûl”, “Mihemed Qadirî” kurê “Ezîz”, “Hisamedîn Pîranî” kurê “Zahir”, “Emîr Qadirî” kurê “Xidir” û “Selam Xirîaxelan”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Roja Şemî 17`ê Cozerdanê, “Hisamedîn Pîranî” bi danîna barimteya 300 milyon tumenî, “Ebûbekr Mehmûdhusên” bi danîna barimteya 400 milyon tumenî û “Selam Bapîrwend” bi danîna barimteya 50 milyon tumenî ji girtîgeha bajarê Neqedê hatine azadkirin.