Piştî bi dawîhatina mirexesiya “Tehsîn Dadres” ew bo girtîgeha bajarê Merîwanê vegeriya

19:13 - 18 Nîsan 2021

Roja Şemî 28`ê Xakelêwe, girtiyê siyasî yê Kurd “Tehsîn Dadres”  û xelkê gundê “Serdoş” ê ser bi bajarê Merîwanê, piştî bi dawîhatina heyama mirexesiya xwe bo girtîgeha wî bajarî vegeriya.

Ew girtiyê siyasî roja Pêncşemî 28`ê Reşemeya sala 1399`an, hatibû mirexesiyê û li roja Şemî 14`ê Xakelêwe, piştî bi dawîhatina heyama mirexesiya xwe bo girtîgeha bajarê Merîwanê vegeriyabû û heyamê mirexesiya wî bo careke din hatibû dirêjkirin.

Ew girtiyê siyasî li roja Şemî 4`ê Rêbendana sala 1399`an, bo yekemcar hatibû mirexesiyê ku, roja Yekşemî 5`ê Rêbendanê, îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê mirexesiya navbirî hilûşandibûn.

“Tehsîn Dadres” li roja Pêncşemî 14`ê Xakelêweya sala 1399`an, ji girtîgeha bajarê Merîwanê bo girtîgeha bajarê Sineyê hatibû veguhastin û roja Sêşemî 25`ê Xermananê, bo carek din ji girtîgeha bajarê Sineyê bo girtîgeha bajarê Merîwanê hatibû veguhastin.

Berê ew girtiyê siyasî yê Kurd bi sedema qebûlnekirina alîkarî digel navendên hikûmetê, ji aliyê Cihgirê Berpirsê Îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê ve rastî givaşan hatibû.

Ew girtiyê siyasî sala 1397`an bo derbaskirina heyama girtîgeha xwe bo girtîgeha bajarê Merîwanê hatibû veguhastin.

Êvara roja Pêncşemî 9`ê Sermaweza sala 1396`an, “Tehsîn Dadres” bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibû binçavkirin û piştî heftiyek ji binçavkirina navbirî, ji îdareya îtila`ata bajarê Merîwanê, bo îdareya îtila`ata bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye Kurd li meha Gelawêja sala 1397`an, di dadgeha destpêkî de, bi tohmeta “hewldan li dijî tenahiya netewî û alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê”, bi 11 sal girtîgeha te`izîrî û piştre ew cezaye li dadgeha pêdaçûn a bajarê Sineyê de bi 6 sal hepsa te`izîrî hatibû kêmkirin.

Ew hepsiyê siyasî yê Kurd di heyama binçavkirina xwe de ji “destpêragihîştina bi parêzer” hatibû bêparkirin.