Piştî bi dawîhatina heyamê girtiea Salar Çawuşî ew ji girtîgeha bajarê Bokanê hate serbestkirin

13:06 - 6 Gulan 2021

Roja Çarşemî 15`ê Banemer, welatiyekî Kurd bi navê “Salar Çawuşî” kurê Ebdullah û xelk gundê “Hacîlek” a girêdayê devera “Çomê Mecîdxan” ser bi bajarê Bokanê, piştî bi dawîhatina heyamê cezaya wî ji girtîgeha wî bajarî, hate serbestkirin. 

Ew girtiyê siyasî li roja Sêşemî 26`ê Reşemeya sala 1399`an bo murexesiyê hatibû berdan û piştî bi dawîhatina heyamê murexesiyê, vegeriyabû bo girtîgeha bajarê Bokanê.

Roja Yekşemî 5ê Rêbendana sala 1399`an, “Salar Çawuşî” bo cîbicîkirina cezaya wî, bo girtîgeha bajarê Bokanê hatibû veguhastin.

Cezaya du sal hepsa wî welatiyî li taya 13 a dadgeha pêdaçûna bajarê Urmiyê bi 6 meh girtîgeha te`izîrî hatibû kêmkirin û ew cezaye li meha Sermaweza sala 1399`an de, piştî pejirandin li dadgeha pêdaçûnê bi navbirî hatibû ragihandin.

Ew welatiye berê li taya 101 a dadgeha keyferî ya bajarê Bokanê bi tohmeta “propagende bi dijî nizam û hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, bi 2 sal girtîgeha teizîrî hatibû cezadan.

Roja Duşemî 10ê Xermanana sala 1399`an, “Salar Çawuşî” piştî gazîkirina wî bo îdareya Îtila`ata bajarê Bokanê, hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina heyamê lêkolîna wî, navbirî bi danîna barimteyê bi awayê demkî hatibû serbestkirin.