Piştî 5 sal nexuyabûna qedera du welatiyan, dadgehîkirina wan hat lidarxistin

18:53 - 22 Şibat 2022

Îro Sêşemî 3`ê Reşemehê, civîna dadgeha pêregihîştin bi tohmetên Cemal Yûsifî û Husên Îbrahîmhemze, welatiyên bajarê Bokanê piştî 5 sal nexuyabûn li dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê hat lidarxistin.

Kombûna dadgehîkirina wan du welatiyan ji rêya vîdyo konfirans bi tohmeta “endambûn digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” hatiye lidarxistin.

Ew du girtiyên Kurd li sala derbasbûyî ji girtîgeha bajarê Bokanê bo girtîgeha bajarê Mehabadê hatine veguhastin.

Herwisa ew du girtiyên Kurd li destpêka  Befranbara sala 1397`an bo lêpirsînê ji girtîgeha bajarê Bokanê bo îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê û piştrejî bo girtîgeha bajarê Mehabadê hatibûne veguhastin.

Ew du welatiyên Kurd sala 1395`an bi tohmeta “endambûn digel yek ji partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne û herwisa di heyama binçavkirinê de ji “destpêregihîştina bi parêzer “ hatibûne bêparkirin.