Piştî 43 rojan termê nûciwanekî xelkê Şinoyê hate dîtin

22:07 - 27 Gulan 2017
Ajansa Kurdpa: Bi sedema barîna baranê û rabûna lehî û bahozê, di nava bajar û gundên Kurdistanê, di meha Xakelêweya îsal de, hejmarek ji hevwelatiyan bi sedema vê bûyera xwezayî jiyana xwe ji dest dan.

Li gora nûçeyên belavkirî, piştî geriyan û lêgerîneke zaf bo vedîtina termê nûciwanekî xelkê yek ji gundên bajarê şinoyê, termê vî nûciwanî hate dîtin.

\"\"Mêhran Tewekolî temen 12 salî xelkê gundê Mîrawaya bajarê Şinoyê dawî kesê windabûyî ê bûyera xwezayî ya rabûna lehiyê bû di Kurdistanê de, ku piştî 43 rojan termê wî hate dîtin.

Termê vî nûciwanî di cihekî bi navê \"Şerge\" li nêzî gundê Hesen Nûran hate dîtin.

Rêkewt 25`ê Xakelêweyê bi sedema hatina lehiyê li bajarên Rojhilata Kurdistanê, nêzî 10 hevwelatî bûne qurbaniyê vê bûyera xwezayî.