Piştî 4 Mehan Tirkiyê Îtiraf Bi Komkujiya Çiyayê Kurtek Kir

12:55 - 9 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê, Beşîr Atalay, piştî drbazbûna 4 mehan îtiraf kir bi komkujiya çiyayê Kurtek ji aliyê balafirên şerker yên Tikriyê roja 21.08.22011-an, hat encam dan û bû sedema kuştina çend kes ji endamên malbatekê li nav trombîlekê de.
Beşîr Atalay îtirafa han di kanala C.N.N ya Tirk de kir û got ku \"balafirên şerker yên Tirkiyê li çiyayê Qendîlê 7 kes ji xelkê sivîl û bêtwan yên Herêma Kurdistanê kuştine.\"

\"2300.jpg\"


Lê navbirî herçend ku bas ji kuştina 35 kes ji welatiyên Kurd yên Şirnaxê jî kir, lê di vê derbarê de tu xembariyek xwe diyar nekir û berevanî ji karê han yê dewletê kir.