Piştî 26 rojan kedkarek li nexweşxaneya bajarê Sineyê canê xwe ji dest da

16:37 - 1 Adar 2021

Roja Yekşemî 10`ê Reşeme, kedkarekî îdareya berq li bajarê Seqizê, yê bi navê “Ehmed Erdelan” piştî 26 rojan razandin li nexweşxaneya bajarê Sine, canê xwe ji dest da.

Ew kedkarê Kurd rêkevta 14`ê Rêbendanê, bi sedema berbûne ji ser tîra beriqê ve, li nêzê binkeya Artêşa Seqizê, rastî wê bûyerê hatibû.

Ew kedkarê Seqizê, piştî veguhastin bo nexweşxaneya bajarê Seqizê, bi sedema giraniya birînên xwe, bo nexweşxaneya bajarê Sineyê hatibû veguhastin ku dawiya 26 rojan li wê nexweşxaneyê jî canê xwe ji dest da.