Pirtûkek dîrkokî bi Kurdî hat vergêrandin

13:23 - 20 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: pirtûka dîroka Aryayiyan ji aliyê Mesûd Babayî,zimannas û vergêrê Kurd li zimanê Kurdî bo ser zimanê Farsî hat vergêrandin.

Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa:çend rojan berî niha kitêba Arayayiyan ku lêkolînek li ser tuxim û regeza Hênd û Ewropiye, li 360 lapereyan û bi hejmara 1000 dane ji aliyê Dezgeha lêkolîn û bilav kirina Mukiryan li bajarê Hewlêrê hat çap kirin û bilav kirin.

Kitêba han ji nivîsên “Vêrgordon Çaylid” e ku Mihemed Teqî Feramerzî vergêrandiye ser zimanê Farisî û piştre ji aliyê Mesûd Babayî bo ser zimanê Kurdî hatiye vergêrandin.

\"10807.jpg\"
Mesûd Babayî
han bas ji çêbûn û ber bi pêşve çûna zimanê Hênd û Ewropî û bas ji vê yekê jî dike ku zimanên niha ên Ewropa û Amerîka û Hêndê berhema bingehên zimanê Hênd û Ewropî ne.

Mesûd Babayî di sala 1355 a Rojî de li bajarokê Newsûd a Kurdistana Îranê hatiye dine û xwediyê bawernameya Lîsans a zimannasî a Kurdî ye û heya niha ji bilî lêkolîn li ser zimanê Kurdî,çend berhemên znistî û hizrî li zimanê Farsî bo ser zimanê Kurdî vergêrandine ku dikarin îşarê bi pirtûkên wek: Pêkhatina Rava Deqê, Heqîqet û Ciwanî,Afirandina Azadî yê,Cecal yan Dijî Mesîh û Nîçe û Mesîhiyet bikin.