Pirtûka “Wîrke reng bike” berhema “Mujgan Kawusî” girtiya siyasî ya berê hat weşandin

19:10 - 7 Hezîran 2022

Pirtûka “Wîrke reng bike” bi devoka Kurdên Kilardeştê, ya berhema “Mujgan Kawusî” nivîser û girtiya siyasî hat weşandin.

Ew pirtûk taybet bi zarokan e û armanc ji belavkirina wê pirtûkê zindîragirtin û parastina zimanê Kurdî ye ku, di nav nifşa nû li bajarê “Kilardeşt”ê ber bi jinavçûnê ye.

Ew pirtûk 20 rûpele û ji aliyê weşanxaneya “Tevkulî” hatiye weşandin.

Roja Çarşemî 15`ê Befranbara sala 1400`an a Rojî, “Mujgan Kawusî” nivîser û lêkolera Kurd ji girtîgeha “Keçûyî” ya bajarê “Kerec”ê hatibû azadkirin.

Roja Pêncşemî 28`ê Sermaweza sala 1398`an, ew nivîser û çalakvana Kurd bo dadgeha Şoreşa bajarê “Newşehr”ê hatibû veguhastin û navbirî bi 69 meh girtîgehê hatibû cezadan û piştî sepandina cezaya dadgehê bi danîna barimteya biqasî 100 miliyon Tumenî bi awayê demkî hatibû cezadan.

Cezayê 69 meh girtîgeha wê nivîsera Kurd, li dadgeha pêdaçûnê ya li bajarê “Mazenderan”ê bo 76 meh û 15 rojan girtîgehê hat zêdekirin.