Pirtûka `Mefhûmî Zeman` bi pirtûkxaneya Kurdî hat zêdekirin

14:09 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: “Mefhûmî Zeman”(wateya demê) navnîşana pirtûkek felsefî ye ku ji zimanê Almanî bi ser zimanê Kurdî (soranî) hat wergerandin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Hîwa Qaremanî nivîskar û wergêrê Mahabada rojhilatê Kurdistanê, pirtûka Mefhûmî Zeman (wateya demê) ji zimanê Almanî wergerandiye ser zimanê Kurdî.

Ew pirtûke ji aliyê “Martin Heidegger ”feylezof û kesayetiyê binav û deng yê Almaniyayî ve hatiye nivîsîn.

\"28126.jpg\"
Mefhûmî Zeman (wateya demê) Kurdiya wê, ji aliyê dezgeha weşanê ya Hîwa di 106 rûpelan de hatiye berhevkirin.

Pirtûka navborî bêtir behsa wate û maneya demê dike. Bi gotina nivîskarê pirtûkê ; ew, wê berhemê pêşkêş bi wan kesane dike ku ji dem û zemanê pêşberî xwe (bi baştirên şekil), mifah werdigrin.