Pirtûka “Komkujiya Êzîdiyan” çap û belav bû

16:18 - 8 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Yekemîn pirtûka li ser komkujiya Êzîdiyan bi destê çekdarên Daişê bi zimanê farsî çap û belav bû û dikewe ber destê hogirên pirtûkê.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Mêhrdad Rehîmiyan, xelkêbajarê Sine, pirtûka komkujiya Êzîdiyan ji zimanê kurdî ve wergerandiye ser zimanê farsî.

\"28339.jpg\"
Pirtûka han ji aliyê Taha Silêman ve hatiye nivîsandin û hin belgeyên taybet bi komkujiya êzîdiyan ji9 xwe digre.

Berhema han ji 393 rûpelan pêk hatiye û zêdetirîn zaniyarî li ser rewş û komkujiya Êzîdiyan ji xwe digre.

Pirtûka “Komkujiya Êzîdiyan” bi boneya yekem salvegera komkujiya Şengalê ve bo ser zimanê farsî hatiye wergerandin û ji aliyê dezgeha çap û weşana Cemal Îrfan li bajarê SIlêmaniyê de çab bûye.