Pirtûka helbestên Firîdûn Erşedî derket

15:57 - 11 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Firîdûn Erşedî helbestvanê Kurd ê rûniştvanê Almaniya, berhevokek ji helbestên xwe di çarçoveya pirtûkekî de çap û belav kir.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Firîdûn Erşedî helbestvanê Kurd ê rojhilatê Kurdistanê û rûniştvanê Almaniya, koleksyonek ji şêirên xwe di pirtûkekî de, jêr navê Berd (kevir) çap kir.

Ew helbestên bi zimanê Kurdî di heyamê 28 salan de hatibûn amadekirin ku ji aliyê nivîskarê wan ristan we di çarçoveya pirûkekî de hatin guncandin.

Helbestvanê kurd Firîdûn di hevpeyvînekê ligel ajansa kurdpa ragihand:“Berheoka helbestên xwe di heyamê ku li rojhilatê Kurdistanê bûm, min amade kirbû, lê derfeta wê yekê peyda nebû da karbim çap bikim.”

Nevborî amaje bi vê yekê jî kir: Beriya niha bi demekê berpirsên weşanxaneya “Mang” bi min re ketibûn têkilyê û amadebûna xwe bo çapkirina pirtûka min a helbestan dabûn xuyandin, lê li derveyî welat min hejmarek helbestên din jî bi wan ristên şêiran zide kirin û bi dûre pirtûk amadeyî çapbûnê kir.”

\"26932.jpg\"
Frîdûn Erşedî koleksyonek ji helbestên xwe da çapkir in
Erşedî herwiha diyar kir ku di wan helbestan de min hewil daye xwe di nava helbestên xwe de bibîn im û ya di nava hundirê xwe de bidim weşandin.

Helbestvanê Kurd ê jor amaje pê hat kirin, di dawî de wiha bilêv kir:“Du berhemên min ên din jî dê ji aliyê weşanxaneya “Mang” ve bên çap û belvkirin.”

Firîdûn Erşedî sala 1961`an (1341)li Sine hatiye dinê. Wî ji sala 1984 heya 1988`an, wek karnasê çandî û wêjeyî, li bajarên Seqiz, Sine, Tehran û Urmiye, çalakî kirine.

Helbestên bi zimanên farsî û kurdî, kar û xebat bo kovara Sirwe, heftenameya Sîrwan û televîzyonlên Kurdî, ji çalakiyên wî hunermendê Kurd tên hejmartin.